Ji ber topbarana Tirkiyê welatiyek li Kanî Masî birîndar bû

Ji ber topbarana Tirkiyê li ser baregehên PKKê li sînorê nahiya Kanî Masî, welatiyek birîndar bû û gundekî din jî vala bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber topbarana Tirkiyê li ser binke û baregehên PKKê li sînorê nahiya Kanî Masî, welatiyek birîndar bû û gundekî din jî vala bû.

Rêveberê Nahiya Kanî Masî Serbest Sebrî ji K24ê re got: “Îro demjimêr 11:30 li gundê Dişîşê ji ber topbaran Tirkiyê, welatiyekî sivîl birîndar bû û ji bo nexweşiyê hat veguhastin.”

Got jî: “Ji şeva borî ve hêzên Tirkiyê baregehên PKKê li derdora gundê Edenê bi tundî bombebarankirin û xelk ji wî derketin.”

Rêveberê Nahiya Kanî Masî diyar kir: “Ava vexwarinê ya gundên Gerka û Dişîşê ji gundê Edenê ye, ji ber wê jî ew her du gund bê av bûne.”

Di wê derbarê de rojnamevan Ehmed Edenî ji K24ê re got, di şerê di navbera Tirkiye û PKKê rojane gundê wan tê bombebarankirin, ji ber wê jî ew ji gundê xwe derketine.