Erdogan: Ev êrîş ne li dijî Soylu ye, li dijî Tirkiyeya mezin e

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştgiriya xwe ji bo Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu ragihand ku ev demek e ji ber vîdyoyên Sedat Peker bûye rojeva Tirkiyê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştgiriya xwe ji bo Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu ragihand ku ev demek e ji ber vîdyoyên Sedat Peker bûye rojeva Tirkiyê.

Recep Tayyîp Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de cara ewil behsa nîqaşa Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu û serkêşê rêxistina neyasayî Sedat Peker kir ku ev demek e bûye rojeva Tirkiyê.

Erdogan  diyar kir ku hikûmeta wan bi awayekî serkeftî rûbirûyê “rêxistinên tawan û terorê” bûye û got ku ewên Soylu armanc digirin, ji “seqamgirî û aramî”ya heyî aciz in.

Serokomarê Tirkiyê vîdyoyên Peker û nîqaşa dawîn wek “plangerî” bi nav kir û got, armanc ne Soylu ye, lê Tirkiye ye û diyar kir, “Heta ku em van tawanbaran digirin û radestî darazê dikin, em ranawestin. Birevin ku derê jî em dişopînin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kir ku ew dê vê “plangerî”yê têk bibin û rexne li serokên oposizyonê girtin ku bi gotina wî ew hewl didin vê yekê bikar bînin û herwiha tekez jî kir, ew dê her li gel Soylu bin û piştgiriya wî bikin û heta 2023 dê bi heman kadroyê berdewam bikin.

Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniya xwe de hinek amar jî belav kirin û got, “Tenê di 3 sal û nîv de nêzikî 750 hezar gumanbarên maddeyên hişber hatine desteserkirin. Li dijî rêxistinên tawan ên organîze, di 5 salan de zêdetirî 21 hezar kes hatine desteserkirin û nêzikî 8 hezar kes hatine girtin. Di operasyonên qaçaxçîtiyê de jî rekorên dîrokî hatine tomarkirin.”

Herwiha Erdogan derbarê nîqaşên li ser hilbijartinên pêşwext de jî got ku hilbijartin dê di dema xwe de, ango Hezîrana 2023an bên encamdan.

Piştgiriya Erdogan a ji bo Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu di demekê de ye ku ev heyamek e serkêşê rêxistina neyasayî Sedat Peker ji Îmaratê peyamên vîdyoyî belav dike û "peywendiyên berpirsên dewletê û mafyayê û tora bazirganiya maddeyên hişber" eşkere dike.