Nêrîna Partiya Memleketê li ser pirsa Kurd

Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce, partiyekê bi navê “Partiya Memleket” damezrand û di bernameya partiyê da carekê tenê peyva Kurd derbas dibe.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê partiyeke nû hat damezrandin. Namzedê serokomariyê yê CHPê Muharrem Înce, partiyekê bi navê “Partiya Memleket”  damezrand. Di bernameya partiyê da carekê tenê peyva Kurd derbas dibe û ji bo çareseriya “Pirsa Kurd” di çarçoveya yekparebûna xaka Tirkiyê da rê û rêbazên aştiyane tê pêşniyazkirin. Lê belê li gorî şîrovekarên siyasî, wê partiya Muharrem Înce nikaribe ji derveyî îdeolojiya fermî ya dewlet tevbigere, ji loma jî wê zêde di siyasetê da bandora wê tunebe.

Siyasetmedarê Tirk Muharrem Înce ku di hilbijartinên 2018an da bûbû namzedê serokomariyê yê CHPê û dûra ji CHPê îstifa kiribû, di 17ê Gulanê de bi fermî partiya bi navê “Partiya Memleket” damezrand. Bi avakirina Partiya Memleketê li Tirkiyê hejmara partiyên siyasî bûn 110. Gelo wê ev partiya nû di siyaseta navxweyî ya Tirkiyê da û di sîstema tifaqan da bi xwe ra çi bîne? Berpirsên partiyê bi sedema ku ew hêj nû hatine damezrandin û hêj erkdarkirinên li nav partiyê didomin nexwestin biaxivin.

Li gorî pisporê siyaseta navxweyî akademîsyen Prof. Dr. Tevfîk Erdem, wê partiya Muharrem Înce nikaribe ji derveyî îdeolojiya fermî ya dewlet derkeve, ji loma jî wê zêde bandora wê tunebe.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem ji K24ê re diyar kir: “Li gorî min jin ber helwesta îdeolojîk wê nikaribe zêde alîgir kom bike. Jixwe di nav CHPê da Muharrem Ince wek tevgerekê cudakar tê dîtin. Armanca Înce ew e car din bibe namzedê serokkomariyê. Lê partiya wî ancax dikare ji sedî 1-2 deng bigre. Dibe ku partiya wî jixwe bi hin partiyên piçûk ra tifaqekê nû jî durust bike.”

Di bernameya partiya nû da “Pirsa Kurd” jî cih digre. Tê destnîşankirin ew ê vê pirsê, “di çarçoveya yekîtî û yekparebûnê da bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin.” Li gorî Erdem, bi perspektîfekê Kemalîst pirsa Kurd nayê çareserkirin, ji loma pêşniyaza wan a çareseriyê bawerî nade.

Prof. Dr. Tevfîk Erdem dibêje: “Li gorî min bi perspektîfa Ataturkparêzî û Tirkperestiyê pirsa Kurd nayê çareserkirin. Lewra ji bernameya partiyê û ji gotinên rêvebiran diyar e ku partî li ser esasê Tirkperestiyê hatiye avakirin. Ji loma jî gotina em ê pirsa Kurd çareser bikin gotinekê rasteqîn nîne. Lewra partiya nû nikare xwe ji îdeolojiya fermî dûr bixe.”

Partiya Memleketê xwe wek “Ataturkparêz” û “Demokratên Komarparêz” pênase dike. Di nav rêveberiya partiyê de jî piranî siyasetmedarên CHP’yî cih digrin. 3 parlamenterên ku ji CHPê îstîfa kiribûn, derbasî vê partiyê bûn û bi vî awayî partiya Memleketê li Parlamentoya Tirkiyê bû xwedî 3 kursiyan.