Çar Serokatiyên Iraqê: Divê çek di destê dewletê de be

Çar serokatiyên Iraqê helwesta xwe li ser rewşa ewlehiyê û aloziya navbera Heşda Şeibî û hikûmetê û proseya hilbijartinê eşkere kir.

Hewlêr (K24) – Çar serokatiyên Iraqê helwesta xwe li ser rewşa ewlehiyê û aloziya navbera Heşda Şeibî û hikûmetê û proseya hilbijartinê eşkere kir.

Li gor daxuyaniya civîna îro ya her çar serokatiyên Iraqê, ku li mala Serokomar Berhem Ehmed Salih hat kirin, di civînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê serweriya welat were parastin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku divê çek tenê di destê dewletê de be û rêz li saziyên dewletê were girtin.

Li ser hilbijartinan jî hatiye diyarkirin ku divê hilbijartin di dema xwe de werin kirin.

Hatiye destnîşankirin ku bûyerên Bexdayê bandora xirab li ser aramiya welat dike û berdewambûna alozî û binpêkirinên ewlehiyê metirsîdar e.

Aloziyên duh ên Bexdayê piştî wê yekê hatin, ku Fermandarê Heşda Şeibî Qasim Muslih ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin.

Piştre fermandarên bilind ên Heşda Şeibî civiyan û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gotûbêj kirin û biryar hat dayîn ku fermandarê desteserkirî yê Heşda Şeibî radestî Serokatiya Desteya Heşda Şeibî were kirin.

Fermandarê Heşda Şeibî Qasim Muslih bi kuştina çalakvanên Iraqê tohmetbar e.