Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê ji hewleke kuştinê rizgar bû
Hewlêr (K24) – Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî rastî hewldaneke kuştinê hat û du pasevanên wî birîndar bûn.
Şeva din li parêzgeha Diyala, destdirêjiya gulle li otomobîla Selîm Cibûrî hate kirin.
Li gor daxuyaniya ofîsa Cibûrî, du pasevanên wî birîndar bûne, lê ew bi xwe bi silamet e.
Selîm Cibûrî kesayetekî Sunnî ye
Di navbera salên 2014 û 2018an de Serokê Parlamentoya Iraqê bû.