Li Hesekê kêşeya avê didome: Welatiyên herêmê bi gilî û gazind in

Krîza avê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi dagirkeriya Tirkiyê ya li Serê Kaniyê dest pê kir, ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê dema ketin Serê Kaniyê dest danîn ser wêstgeha avê ya Elok.
kurdistan24.net

Hesekê (K24) – Krîza avê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi dagirkeriya Tirkiyê ya li Serê Kaniyê dest pê kir, ku komên çekdar ên ser bi Tirkiyê dema ketin Serê Kaniyê dest danîn ser wêstgeha avê ya Elok.

Bajarê Hesekê û deverên derdora wê, ava vexwarinê ji wêstgeha Elok werdigrin, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê dema ketin Serê Kaniyê dest danîn ser wêstgehê û niha weke çekekê li dijî welatiyên li deverê bi kar tînin û avê qut dikin.

Welatiyek bi navê Şêxmûs li bajarê Hesekê diyar dike; ew ji bo ku buhayê dagirtina avê dabîn bikin dixebitin. Ew neçar dibe ku her du rojan carekê bi buhayê 12 hezar lîreyên Sûrî ava vexwarinê dagire û dibêje ku eger ji destê wan bihata, ji bo çareserkirina krîza avê dikarin her tiştî pêşkêş bikin, da ku ji vê rewşa xirab xilas bibin.

Herwiha welatiyeke bi navê Zeyneb jî diyar dike ku 15 roj in dîlopek jî av ji kaniya mala wê nehatiye.

Her ku demsala havînê dest pê dike, xelkê bajarê Hesekê dikevin liv û tevgereke mezin, da ku ava vexwarin û şûştinê dabîn bikin, tevî vê jî heyama salekê ye li herêmê krîza avê heye û ti çareserî ji hêla Rêveberiya Xweser ve nehatiye dîtin.