Li çend deverên Îranê erdhejek bihêz qewimî

Îro erdhejeke bihêz li 3 parêzgehên Îranê yên Buşehr, Fars, Kîhgîluye û Bûyir Ehmedî hejand.

Navenda Nûçeyan (K24) - Îro erdhejeke bihêz li 3 parêzgehên Îranê yên Buşehr, Fars, Kîhgîluye û Bûyir Ehmedî hejand.

Li gor zanyariyên navenda erdhejên Îranê, îro 29.05.2021ê demjimêr 06:24ê li gor dema Îranê erdhejeke bihêz a 4.6 li navçeya Îmam Hesen a li bakurê parêzgeha Buşehr pêkhatiye û herwiha parêzgehên Fars, Kihgîluye û Bûyir Ehmed jî hejandine.

Li gor heman çavkaniya navenda wê erdhejê, bajarê Îmam Hesen a li bakurê Buşehr e, herwiha 13 kîlometreyan di bin erdê de pêk hatiye.

Li gor zanyariyên çapemeniya fermî ya Îranê jî di erdhejê de ti ziyaneke canî çênebûye, lê nav gundên wê navçeyê tirs û xofeke mezin ava kiriye.