Helbûsî: Bêyî aştiya civakî aware nikarin vegerin cih û warên xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî ragihand; bêyî aştiya civakî, aware nikarin vegerin cih û warên xwe.
Mihemed Helbûsî li kongereya rêxistinên civaka sivîl a li Bexdayê di axaftina xwe de got: “Şerê DAIŞê bi hezaran kes aware kirine, rêxistinên civaka sivîl jî roleke wan a berçav ji bo vegerandina awareyan bo cih û warên wan hebû.”
Helbûsî diyar dike: “Bêyî aştiya civakî, awareyên Iraqê nikarin vegerin cih û warên xwe.”
Ev di demekê de ye ku ji destpêka îsal ve hikûmeta Iraqê biryar daye, kampan bigre û awareyan jî bi zorê bişîne cih û warên wan.