Beşîr Hedad: Cîbicîkirina yasaya budceya Iraqê gelek paş ketiye

Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand; heta niha jî para Herêma Kurdistanê nehatiye şandin.

Hewlêr (K24) – Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad li ser mekanîzma şandina budceya Herêma Kurdistanê ragihand; cîbicîkirina yasaya budceya Iraqê gelek paş ketiye û heta niha jî para Herêma Kurdistanê nehatiye şandin û ji ber vê yekê xelkê Herêma Kurdistanê zehmetiyan dikşînin.

Beşîr Hedad ji K24ê re diyar kir: “Me çendîn car nivîsa xwe arasteyî hikûmeta Iraqê kiriye ku bilez dest bi cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina beşên budceya hemû parêzgehan û wezaretan bike, da ku proje dest pê bikin, xelk ji êş û janê rizgar bibin.”

Duh şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî gihişte Bexdayê, da ku ligel hikûmeta Mistefa Kazimî mijara cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Di vê çarçoveyê de Beşîr Hedad diyar dike: “Em tekezî li hikûmeta Iraqê dikin, niha ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye, demildest her du aliyan dest bi danûstandinan bikin ji bo cîbicîkirina yasaya budceyê, bi taybetî madeya 11 ku bi para Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye û demildest para Herêma Kurdistanê bişîne.”

Beşîr Hedad destnîşan dike ku hikûmeta Iraqê di bicihanîna erkên xwe de sist e û dibêje: “Rûtîneke gelek kujer di saziyên hikûmeta Iraqê de heye. Tevî hebûna hinek betalbûn û rêkarên Koronayê, weke qedexeya hatûçûnê, ev hemû bandorê li ser paşketin û şandina budceyê dikin, me bi çend nivîsan ji hikûmetê re tekez kiriye ku lez bikin, çimkî em dikevin meha şeşan, maqûl nîne ku budce nehatiye şandin, tevî ku em weke parlamento, di 30ê Adara 2021ê de projeyasa pesend kiriye.”