Partiya Memleketê bo K24ê: li Tirkiyê pirsa Kurd realîteyek e

Partiya Memleketê Gaye Usluer: Pirsa Kurd li Tirkiyeyê realîteyek e û em ê vê pirsê di bingeha hemwelatîtîya wekhev da çareser bikin.
Serokwekîla Giştî û Berdevka Partîyê Gaye Usluer
Serokwekîla Giştî û Berdevka Partîyê Gaye Usluer

Enqere (K24) - Serokwekîl û Berdevka Partîya Memleketê Gaye Usluer, di civîna rojnamegerî ya partîya xwe da, li ser pirsa peyamnêrê K24ê destnîşan kir, “Pirsa Kurd li Tirkiyeyê realîteyek e û em ê vê pirsê di bingeha hemwelatîtîya wekhev da çareser bikin.”

Muharrem Înceyê ku di hilbijartinên 2018an da bûbû namzedê serokkomarîyê yê CHPê û dûra ji CHPê îstifa kiribû, di 17ê Gulana 2021an da bi fermî partîya xwe ya bi navê “Partîya Memleket” yanê Partîya Welat damezrand.

Serokwekîla Giştî û Berdevka Partîyê Gaye Usluer, li navenda giştî ya partîya xwe bi civînekê rojnamegerîyê li ser mijarên di rojevê da daxuyaniyekê belav kir. Piştî daxuyanîyê Usluer bersiv da pirsên rojnamegeran.

Li ser pirsa peyamnêrê K24ê li Enqereyê Omer Sonmez, Berdevka Partîya Memleketê Gaye Usluer, li ser çareserîya pirsa Kurd û li ser nîqaşên hilbijartina pêşwext û referandûmê nêrîna partîya xwe anî ziman.

“Pirsa Kurd li Tirkiyê realîteyek e û divê bê çareserkirin”

Usluer da zanîn ku, “Pirsa Kurd li Tirkiyeyê realîteyek e û em ê vê pirsê di bingeha hemwelatîtîya wekhev da çareser bikin.” û wiha axivî:

“Pirsa Kurd li Tirkiyeyê realîteyek e. Ew pirs e ku bi salan e tê gotin em ê çareser bikin, lê nayê çareserkirin. Jixwe di bernameya partîya me da pêşnîyazên çareserîyê zelal e. Di dema desthilata Partîya Memleketê da em ê vê pirse di bingeha hemwelatîtîya wekhev da, bêyî ku em hebûna vê kêşeyê înkar bikin, em ê din av proseyekê da çareser bikin.”

Her wiha Gaye Usluer, li ser nîqaşên hilbijartinekê pêşwext û referandûmê jî ragihand, di şertên îroyîn da ji ber ku wê desthilat qezenc nake ew ê nexwaze biçin  ser sindoqê. Lê Usluer got, ew li bendê ne ku piştî Adara 2022an li Tirkiyê hilbijartinekê pêşwext çêbibe û ew hêj biryarekê nedane ka bi kîjan alî û tifaqî ra bikevin hilbijartinan.

Nêrîna wan bo “Pirsa Kurd”

Partiya Memleketê di bernameya xwe da xwe wek “Demokratên Komarparêz” pênase dike.

Di bernameya 195 rûpelî da carekê tenê peyva Kurd derbas dibe û wek “Pirsa Kurd” cih digre (rûpela 148an). Di beşa “Aştiya Civakî” de tê gotin:

“Em ê meseleya ku ji alîyê hin derdoran ve wek Pirsa Rojhilat û Başûrê Rojhilatê, Pirsa Terorê yan jî wek Pirsa Kurd tê binavkirin, di çarçoveya çand û dîroka me ya hevpar, yekîtî, aramî û yekparebûna neteweyî da bi rê û rêbazên aştîyane çareser bikin.”

Her wiha di bernameya partiya da tê destnîşankirin;

-“Em baş dizanin ku bêkarî, belengazî, bêxwedîtî, cudakarî, têkilî pê nekerin û dîkekirin çavkanîyên herî mezin ên terorê ne.

-Ji loma jî em ê sîstema sîyasî ya ku tu kes ji ber nasnameyên xwe yên nîjadî, mezhebî û olî neyên cudakirin ava bikin.

-Em ê polîtîkayên berberîkirin û cudakariyê ku dibin sedema bêaramîya civakê red bikin û em ê meyla xwe bidin ser pirsgirêkên civakî ku wan çareser bikin.

-Em ê girîngîyê bidin lihevkirina civakî. Em ê qîmetê bidin nêrîna civaka sivîl û raya giştî.

-Em ê mafê destûra bingehîn a her hemwelatîyên me mîsoger bikin. Di proseyên destserkirin, lêpirsîn, darizandin û girtinê da wê prose li gorî mafên mirovan û rûmeta mirovan birêve biçe. Em ê jinûve baweriya bi daraz, hiqûq û dewletê saz bikin.”

-Em ê sifir toleransê bidin îşkence, miameleya xirab, cudakarî û sûcên nefretê.”