Daxwaz tê kirin ku Şaredarê Erxeniya Diyabekirê vegere ser karê xwe

Derbarê Serokê Şaredariya Erxeniya Diyarbekirê yê Berê Ahmet Kaya de dadgehê biryara beraetê da ku bi hinceta endamtiya rêxistina neyasayî şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Derbarê Serokê Şaredariya Erxeniya Diyarbekirê yê Berê Ahmet Kaya de dadgehê biryara beraetê da ku bi hinceta endamtiya rêxistina neyasayî şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin. Lê Parêzgeriya Diyarbekir îtîraza biryara dadgehê kir. Ahmet Kaya û parêzerê wî di wê baweriyê de ne ku biryarên hiqûqî û îtîraza parêzgeriyê gavên siyasî ne

Di 23yê Adara 2020an de bi hinceta ku endamê rêxistinek neyasayî ye şûna Şaredarê Erxaniya Diyarbekirê Ahmet Kaya ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve qeyûm hat tayînkirin.  Li ser vê yekê Ahmet Kaya doz vekir û di dawiya pêvajoya dadgehkirinê de dadgehê biryar da ku Ahmet Kaya ne endamê rêxistina neyasayî ye di biryarê de hatibû nivîsîn ku biryara dadgehê ji îtîrazê re girtî ye. Li ser vê yekê dîsa jî Parêzgeriya Diyarbekir îtîraza biryarê kir û dozgerê ku biryara beraetê dayî biryar ji nû ve nivîst û rêya îtîrazê vekir.

Parêzerê Ahmet Kaya Sitki Zîlan dibêje guherîna biryarê jî û îtîraza Parêzgeriya Diyarbekir jî nehiqûqî ne û divê demildest Ahmet Kaya vegere ser karê xwe.

Sitki Zîlan ji K24ê re diyar kir: “Saziya ku Ahmet Kaya ji kar girtiye dadgeh e. Ew dadgeh niha biryara beraetê daye. Divê Ahmet Kaya vegere ser karê xwe. Parêzgeriyê jî got haya me jê nîne. Ma çima wê haya parêzgeriyê jê hebe. Ev doz parêzgeriyê eleqeder nake. Dadgeh jî rêya îtîrazê bo parêzgeriyê vekir. Ev ne hiquqî ye.”

Ahmet Kayayê ku wek Şaredarê Erxeniyê hatibû hilbijartin di wê baweriyê de ye ku hikûmetê ji ber ku nekariya di hilbijartinan de şaredariyê bi dest bixe, xwestiye bi rêya qeyûman vê yekê bike û herwiha dibêje ji ber ku tayînkirina qeyûman siyasî ye, biryarên dadgehê jî bi bandorên siyasî tên dayîn û tên guherîn.

Ahmet Kaya ji K24ê re eşkere kir: “Pêvajo siyasî bû, biryara danîna qeyûm siyasî bû, bingeha dosyeyan nebû. Ya gelek hevalan wisa ye. Dema ku dadgehê birayerek dadperwerane da, ev şoq bûn. Rêya îstînafê jî girtî bû. Ji ber vê ev ketin astengiyeke mezin.”

Niha aliyên dozê çaverêyî biryara dadgeha bilind a bi navê Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ne. Ahmet Kaya û parêzerê wî dibêjin ê serî li hemû rêyên hiquqa navxweyî bidin û eger encamek jê dernekeve jî ew ê vê dozê bibin qada navneteweyî jî.