Îsraîl xaleke artêşa Sûriyê li Golanê hidiweşîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê hilweşandina xaleke çavdêriyê ya artêşa Sûriyê ya li herêma Golanê ragihand û got, ew 'binpêkirina serweriya Îsraîlê' ye.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li Twîttera xwe belav kir, artêşa Îsraîlê şeva borî xaleke pêşîn a artêşa Sûriyê ku li devereke Îsraîlê li rojavayê "Xeta Alfa" ya li naverasta çiyayên Golanê ye, rûxand.
Her wiha destnîşan kir, hêzên artêşa Israîlê bi ser wê xalê de girt û teqand. Diyar kir jî, ev yek operasyona sêyemîn a ji vê cureyê ye ku îsal tê kirin.
Avichay Adraee tekez kir jî: "Artêşa Îsraîlê bi ti carî hewldanên binpêkirina serweriya dewleta Îsraîlê qebûl nake û ji bo parastina ewlekariya welatiyên xwe dê xebatên xwe bidomîne."