Li Tehranê agir bi 18 depoyên petrolê ket

Rêveberiya Rafîneriyê red kir, ti çalakiyeke têkderane li pişt bûyerê be.

Navenda Nûçeyan (K24) – Televîzyona fermî ya Îranê ragihand, li rafîneriya petrolê ya li Tehranê agir bi 18 depoyên petrolê ket.

Rêvebirê Hawarhatinê yê Tehranê Peyman Sebrîyan ragihand, sedema agirê li rafîneriya petrolê ya Tehranê, ji ber şewata xetên gazê bû.

Diyar kir jî, gelek tîmên agirkujê hewla vemirandina agir didin û di bûyerê de ti ziyanên canî nebûne.

Her di wê derbarê de, Rêveberiya Rafîneriyê red kir, ti çalakiyeke têkderane li pişt bûyerê be. Tekez kir ku sedema bûyerê têkçûneke teknîkî ye.