Li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê şahiyên zimanê Kurdî tên lidarxistin

Şahiyên zimanê Kurdî rojên 3’ê Hezîranê li Cizîr a navçeya Şirnexê, 4’ê Hezîranê li Wanê û 7’ê Hezîranê jî li Diyarbekirê dê werin lidar bixin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Tora Ziman û Çand a Kurdî li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê şahiyên zimanê Kurdî li dar dixe. Endamên Lijneya Amadekariyên Şahiyan û rêvebirên torê daxuayndin ku wan amadekariyên xwe temam kirine ku di 3’ê Hezîranê de li Cizîr a navçeya Şirnexê, di 4’ê Hezîranê de li Wanê û di 7’ê Hezîranê de jî li Diyarbekirê şahiyên zimanê Kurdî li dar bixin.

Li 3 bajarên Bakur bi şiyara ‘bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’ şahiyên zimanê Kurdî tên li dar xistin. Şahiyên ku dê ji aliye Tora Ziman û Çanda Kurdî ve bê li dar xistin, Platforma Zimanê Kurdî û gelek sazî û partî jî piştgirî didinê.

Sekretera Tora Zimanê Kurdî Şîlan Elmas Kan daxuyand ku ev şahî wek berdewamiya helmeta îmzeyê ku daxwaza ‘zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerehîyê’ ye. Şîlan balê kişand ku helwesta ji boz iman ji miletê Kurd, bingeha hemû hebûnê ye.

Sekretera Tora Zimanê Kurdî Şîlan Elmas Kan ji K24ê re got: “Ev xebat ji bo gelê Kurd girîng e. Ji ber ku ziman nasnameya gele Kurd e. Ger ku gelê Kurd dibeje ez heme û têkoşîna hebûna xwe didim, divê ku têkoşîna xwe ya herî mezin boz iman bide. Netewe bêy zimanên xwe nabin û loma jî ev şahî j bo me girîng in. Hem wext ev şahî heşwesta me Kurdan dê nîşan bide ku em çiqas li hember qirkirina çandî û zimanî ku li ser me tê meşandin e. Emê bibêjin em hene, zimanê me Kurdî ye û emê hebin.”

Hat ragihandin ku ji bo şahiya li 3 bajaran jî serîlêdan ji bo saziyên fermî yên Tirkiyeyê hatine kirin, lê heta niha erênî û nerênî bersiv nehatine dayîn. Lê dê bi her hal bi daxwazên xwe Yên ji boz iman, li qadên wan bajaran çalakiyên xwe li dar bixin.

Endamê Lijneya Amdekar yê Şahiya Zİman ê Diyarbekirê parêzer Hazim Bozkurt jî da zanîn ku tu astengiyeke fermî li pêşiya çalakiya wan nîn e û ew jî amade ne kul i hember astengiyên li hember Kurdî çalakiyênx w eli dar bixin.

Hazim Bozkurt dibêje: “Dersên bijarde yên Kurdî hene lê binesaziya wî tune ye, televizyona Kurdî heye lê bingeha wê ya hiqûqî tune ye. Yanî hêj jî astengiyên li pêşiya Kurdî berdewam in. Di destûra bingehîn de jîî astengiya ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê heye. Loma jî armanca me ew e ku em wan astengiyan ji pêşiya zimanê Kurdî ra bikin û zimanê xwe jinde bikin.”

Di şahiyên zimanê Kurdî de dê standên îmzeyê yên ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê bên vekirin û komên muzîkê û hunermend jî dê bi sitranên xwe piştgiriyê bidin.