Wezîrê Tendirustiyê ronîkirinekê li ser nexweşiya Kivarka Reş dide

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê: Nexweşiya Kivarka Reşê ji bo kesên ku nexweşiyên wan ên demdirêj hene metirsî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê radigihîne, eger nexweşiyeke din a demdirêj bi kesekî re nebe û sîstema berevaniya gewdê wê ne lawaz be, metirsiya nexweşiya Kivarka Reşê li ser wî nîne.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî di konferansekî rojnamevanî de ragihand, “Nexweşiya Kivarka Reş ne wek Koronayê metirsîdar e û ji kesekî bo kesekî din nayê vegirtin, lê belê ligel wî jî divê mirov agahdar be.”

Dr. Saman Berzincî got: Nexweşiya Kivarka Reş li ser kesên ku nexweşiyên din yên demdirêj pê re yên wek dil, şekir, gurçik, penceşêr û kesên sîstema berevaniya gewdê wan lawaz e metirsî ye.”

Ev yek di demekê de ye, îro Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Nebîl Hemdî di daxuyaniyekê ragihand, 4 haletên nexweşiya Kivareke Reş li bajêr hatin tomarkirin.

Herwiha roja 1ê vê mehê jî kesekî li bajarê Silêmaniyê bi nexweşiya Kivarka Reş canê xwe ji dest dabû.