Cizîrî: Bi hinceta pandemiyê çalakiyên ziman qedexe dikin

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser qedexekirina çalakiyên ji bo zimanê Kurdî axivî.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî

Hewlêr (K24) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî li ser qedexekirina çalakiyên ji bo zimanê Kurdî diyar kir: “Pandemî hincet e, ne tiştekî di cihê xwe de ye, li derveyî vê çalakiya me, bi sedan çalakî çêdibin. Xuya ye pirsa ziman gelek nerehetî dixe hêzên dewletê.”

Şerefxan Cizîrî ji bajarê Cizîrê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser çalakiyên şahiya zimanê Kurdî û li ser lidarxistina van çalakiyan axivî.

Li ser egera qedexekirina şahiya zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî diyar dike ku aliyên fermî ji wan re dibêjin ku pandemiya vîrusa Koronayê heye û nahêlin çalakî werin lidarxistin.

Cizîrî eşkere dike: “Bi ya min pandemî hincet e, ne tiştekî di cihê xwe de ye, li derveyî vê çalakiya me, bi sedan çalakî çêdibin. Xuya ye pirsa ziman gelek nerehetî dixe hêzên dewletê û ewlekariyê, ji ber vê jî hincetek derxistin û gotin divê hûn li ber deriyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniya xwe bidin û dûre eger firset hebe belkî em karibin herin nav bajêr.”

Şerefxan Cizîrî diyar kir: “Me dixwest ku em li tenişta Birca Belek bi gelê xwe re bibin yek û pirsa xwe ya ziman bînin rojevê, lê çênebû, me nexwest em xirecirê derxin û me li vê derê axaftin kir.”

Herwiha got: “Me dîtinên xwe anî ziman û dûre me govend girt. Me bi dengekî bilind got 'Bê ziman jiyan nabe', bi ya min çalakiyek baş bû û çalakiyên me berdewam bikin.”

Li ser qedexekirina zimanê Kurdî, Şerefxan Cizîrî destnîşan dike: “Dewlet ji gelek tiştan ditirse. Mafê ziman, me gelek caran dubare kiriye, di Qur’anê de heye, kesê ku misilman be, divê hebûna miletê Kurd û zimanê Kurdî weke eserekî weke îşareteke Xwedê qebûl bike, çi qas milet û ziman hene weke îşareta Xwedê têne qebûlkirin.”