Li Tirkiyê enflasyona meha Gulanê wek ji sedî 0.89 hat ragihandin

Dezgeha Fermî ya Amaran ya Tirkiyê TUÎKê rêjeya enflasyona salane û ya meha Gulanê ragihand.

Enqere (K24) - Dezgeha Fermî ya Amaran ya Tirkiyê TUÎKê rêjeya enflasyona salane û ya meha Gulanê ragihand. Li gorî TUÎKê rêjeya enflasyonê ya meha Gulanê, %0.89 e.  Li gel ev rêjeyê enflasyona giştî ya salane gihişt %16.59an.

Di meha Gulanê de li Tirkiyê Endeksa Bihaya Xerîderan %0.89 bilind bû û enflasyona salane gihişte rêjeya %16.59an. Herwiha Endeksa Bihaya Hilberîneran ya salane jî %30an bihurîbû.

Li aliyê din şikestina nirxê lîreyê Tirkiyê li hemberî diravên biyanî berdewam e. Dolarê Amerîkî serê hefteyê li Tirkiyê rekoreke nû şikand û 8.60an bihûrî. Euro jî li derdorê 10,5an dest bi hefteyê kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bang li Banka Navendî kir ku rêjeya faîzê were daxistin.