Li Diyarbekirê muzîkjenan biryarên hikûmetê protesto kirin

Nûnerên komeleyên mûzîkjenan li Koçeya Hunerê bi daxuyaniyekê biryarên hikûmeta Tirkiyeyê protesto kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê nûnerên komeleyên mûzîkjenan li Koçeya Hunerê bi daxuyaniyekê biryarên hikûmeta Tirkiyeyê protesto kirin. Muzîkjenan ragihand in ku, ji ber rêkarên vîrûsa koronayê ev sal û nîv e nikarin karê xwe bikin û pirsgirêkên aborî dijîn û daxwaza ji nû ve destpêkirina karê xwe dikin.

Hejmareke mûzîkjen û hunermend li Koçeya Hunerê civiyan û xwest in ku bi daxuyaniyeke hevpar behsa rewşa abûriya xwe ya xirab bikin. Hêzên asayîşê bi hinceta rêkarên vîrûsa koronayê di destpêkê de rê nedan hunermandan ku daxuyaniya xwe bidin. Lê piştî mûzakereyan hunermandan ragihand in ku ev sal û nîv e ew nikarin karên xwe bikin û gelek hevalên wan ji ber rewşa xirab ya abûriyê dawî li jiyana xwe anîn.

Muzîkjen Şeçîl Kiliç ji K24ê re diyar kir: “Ev 16 meh in ku em pirsgirêkên abûrî dijîn. Em dixwazin rê bê dayîn ku em karê xwe bikin. Em ji ti kesê sedeqeyê naxwazin; em karê xwe dixwazin. Em zirarê nadin vî welatî, karê me bo vî welatî heye. Me destê xwe li deriyên rayedaran da lê ti kesê alîkariyeke baş neda me. Nêzîka 100 hevalên me dawî li jiyana xwe anî. Em dixwazin em jî bikaribin wekî berê karê xwe bikin.”

Muzîkjen Engîn Derya destnîşan kir: “Gelek hevalên me ji ber şertên xirab dawî li jiyana xwe anîn. Nêzîkî hezar lîre alîkariya me hat kirin. Lê vî pereyî têra ti pêdiviyên me nekir û ev pere negihişt gelek hevalên me jî. Li Diyarbekirê nêzîkî 4 hezar kes ji vê beşê debara xwe dike. Divê daxwazên me li ber çavan werin girtin.”

Hunermend û muzîkjenan li temamê Bakur û Tirkiyeyê helmeteke bi navê  “Çavê xwe negre da ku muzîk bêdeng nebe” dane destpêkirin. Muzîkjenan ji ber hevalên wan yên ku di maveya pandemiyê de canê xwe ji dest dane û balê bikişînin ser rewşa abûriya xwe ya xirab cilûbergên reş li xwe kirin. Muzîkjenan bang li rayedaran kirin û gotin ku; rewşa jiyanê gav bi gav asayî dibe lê rêkar ji bo muzîkjenan nehatine sistkirin û ew nikarin karê xwe bikin.

Serokê Federosyan Muzîkjen û Hunermendan Rênas Pîro ji K24ê re ragihand: “Yanî ev hunermendan çi sûc kirine me. Kargehên mezin nehatine girtin. Li ber derê postexaneyan qelebalix çêdibe. Li bazaran qelebalix e. Heger li wir korona tune be ma li holên dawetan korona heye. Em naxwazin ti kes bê kar bimîne. Em dibêjin bi qasî bila em jî bikaribin karê xwe bikin.”

Muzîkjen Îhsan Sevîn diyar kir: “Em tenê jiyana xwe ya berê dixwazin. Ez 56 salî me.  Ji 6 saliya xwe ve  bi karê muzîkê ve mijûl im. Min ti kareke din nekiriye. Heta niha ti muzîkjen li ser dikÊ nemiriyê. Em jî dixwazin em karê xwe bikin.”

Muzîkjen dibêjin; di demjimêrên ku qedexeya sînordar dest pê dikin de karê wan destpê dike lê ji ber qedexeyê nikarin karên xwe bikin. Muzîkjen dixwazin ku hêj ku pirsgirêkên wan kûrtir nebûyîn hikûmet biryarên nû bigre û rê bide ku muzîkjen jî karê xwe bikin.