Tirkiye baregeheke PKKê li Mexmûrê bombebaran dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyê bi riya firokeyeke bêfirokvan baregeheke PKKê li Mexmûrê bombebaran kir û li gorî zanyariyên destpêkê, kuştî û birîndar hene.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê baregeheke PKKê li Mexmûrê bombebaran kir.
Wî jêderî diyar kir jî, baregeha PKKê ya ji aliyê firokeya Tirkiyê ve hatiye armanckirin, li nêzîkî kampa Mexmûrê dikeve.
Got jî, kuştî û birîndar di nava çekdarên PKKê de heye, lê hejmara wan nayê zanîn.