Amerîka êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi tundî şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Iraqê di daxuyaniyekê de êrîşa çekdarên PKKê li ser Pêşmerge bi tundî şermezar kir û bi “êrîşeke hovene” bi nav kir.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîka li Iraqê de hat: “Bi tundtirîn şêwe êrişên hovane yên PKKê li ser hevalbendên me yên qehreman di Pêşmerge de şermezar dikin.”
Balyozxaneya Amerîka hevxemiya xwe jî bo malbatên şehîd û birîndarên wê êrişê nîşan da.
Balyozxaneya Amerîka piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê diyar dike û dibêje: “Em bi dostên xwe yên li Herêma Kurdistanê re radiwestin û em tekeziyê li ser pabendbûna xwe ya karên hevbeş dikin, ji bo bicîhanîna ewlehiyê li herêmê.”