Welatiyên Kurdistanê daxwaza yekdengiya aliyên siyasî li dijî PKKê dikin

Welatî bang li aliyên siyasî dikin ku li hember êrîş û pilanên PKKê yên li dijî Herêma Kurdistanê yekdeng be.

Hewlêr (K24) – Welatî bang li aliyên siyasî dikin ku li hember êrîş û pilanên PKKê yên li dijî Herêma Kurdistanê yekdeng bin, ji ber ku PKK dixwaze aramî û ewlehiya Kurdistanê têk bide. Hin welatî dibêjin, bi sedan gundên Kurdistanê bi dehan salan ne ji ber PKKê hatine valakirin û bi hezaran kes jî zirarên madî û giyanî dîtine û ji bo pêkanîna ecindeyên derve êrîşî Pêşmerge dikin.

Welatiyên Herêma Kurdistanê destdirêjiya PKKê li ser Herêma Kurdistanê bi metirsîdar dibînin û şehîdkirina Pêşmerge bi tawaneke mezin bi nav dikin. Ew di wê baweriyê de ne ku tiştê PKK dike, xizmeta ecindeyên derveyî ye, ji bo têkbirina ewlehiya Herêma Kurdistanê.

Welatiyek dibêje: “Eger PKK Tirkiyê weke dijminê xwe dibîne, bila biçe Tirkiyê karê xwe bike. Pêşmerge vê herêmê diparêze, çima ji ew aramiya herêma me têk didin û Pêşmergeyan şehîd dikin, kiryarên ku PKK dike, bi guman e û nayê qebûlkirin.”

Welatiyên Herêma Kurdistanê êrişên PKK li ser Pêşmerge û dûbarebûna êrişên wan li ser Herêma Kurdistanê bi gefeke cidî dizanin û daxwaz dikin ku sînorek ji binpêkirinên PKK re were danîn, ji ber ku ew çend sal in ziyanên madî û canî digihînin xelkê Herêma Kurdistanê.

Welatiyekî din jî got: “PKK xizmeta Kurdên Bakûr nake, lê belê ecindeyên dijminan pêk tîne. Tiştê PKK dike, nehêle Kurd bigihe armancên xwe.”

Di êrîşên dawî yên PKKê li ser hêzên Pêşmerge de pênc Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn, vê yekê jî karvedanên herêmî û navnetewî li dû xwe anîn û êrîş û kiryarên PKKê yên li Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin. Gelê Kurdistanê daxwaz dike ku aliyên siyasî yekdeng bin ji bo rûbirûbûna pilanên PKKê, ji ber PKK hewl dide aramiya Kurdistanê têk bide û derfetê bide dijminan ku pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re dirust bikin.