Parêzer Mesûd Ozer: Desthilat dixwaze bi doza girtina HDPê rojevê biguherîne

Mesûd Ozer ji bajarê Enqerê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser karvedanên doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî.
Parêzer Mesûd Ozer
Parêzer Mesûd Ozer

Hewlêr (K24) – Parêzer Mesûd Ozer li ser karvedanên doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku doza girtina HDPê dozeke siyasî ye û desthilat dixwaze bi vê dozê rojeva Tirkiyê biguherîne.

Mesûd Ozer ji bajarê Enqerê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser karvedanên doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî.

Ozer destnîşan kir ku doza girtina HDPê dozeke siyasî ye û got: “Ev çend salên dawî, weke ku Serokê MHPê Devlet Bahçelî vî welatî birêve dibe, birêz Bahçelî çi talîmat bide, roja din ew pêk tê. Ji ber wê çendê, Ak Partiyê xwe teslîmî MHPê kiriye, ji bo xwe û ji bo kesên ku deng didin wan, ev tiştekî ne normal e. Doza beriya niha jî, roja 18ê Adarê, kongreya MHPê hebû, weke diyariyek ji wan re hatibû şandin. Niha jî 7ê Hezîranê weke ku ji Ak Partî re diyarî didin.”

Li Tirkiyê tê îdiakirin ku vekirina doza girtinê li hember HDPê ji bo guhertina rojeva Tirkiyê ye, ku daxuyaniyên mafyager Sedat Peker di rojeva Tirkiyê de gelek deng vedaye, Parêzer Mesûd Ozer li ser vê mijarê diyar kir: “Ji bo ku rojev were guhertin, ji ber ku rojeveke gelek germ heye, li Tirkiyê nêzîkî 50-60 milyon kesan vîdeoyên Sedat Peker temaşe kirine, Ak Partî û MHP ango Tifaqa Cumhurê vî welatî birêve dibin, bi rastî jî zêde zêde aciz in.”

Mesûd Ozer bal kişande ser wê yekê ku heta niha 9 partiyên Kurdan hatine girtin û got: “Divê hemû hemwelatiyên Tirkiyê bifikirin û formulekê bibînin, da ku Kurd û Tirk bikarin bi hev re bijîn.”