Li Stenbolê 7 kes bi tometa PKKê hatin bincavkirin

Operasyon ji bo desteserkirina wan 12 kesan dest pê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeyên Stenbolê 7 kes bi tometa endamtiya PKK’ê hatin binçavkirin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, hêzên ewlekariyê îro berbangê li 8 navçeyên Stenbolê li dijî 11 navnîşanan operason kirin.

Operasyon ji bo desteserkirina wan 12 kesan dest pê kir û di encamê de 7 kes bi tometa endamtiya PKK’ê hatin binçavkirin.

Di nava girtiyan de Hevserokê HDP’ê yê navçeya Beyoglu ya Stenbolê Mihemed Sait Bor jî heye.

Kesên binçavkirî ji bo rêvberiya ewlekariyê hatin veguhestin û derbarê wan de lêpirsînê dest pê kir.

Operasyona lêgerînê ji bo bincavkirina 5 kesên din berdewam e