Li Duhokê ji bo avê 18 proje têne cîbicîkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 230 milyon dînar ji bo projeyên xizmetguzarî yên parêzgeha Duhokê xerc dike.

Duhok (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî 230 milyon dînar (nêzîkî 160 hezar dolar) ji bo projeyên xizmetguzarî yên parêzgeha Duhokê xerc dike.

Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ragihand; bi mebesta pêşvebirina sektora avê ya li sînorê bajarê Duhokê, zêdetirî 230 milyon dînar (nêzîkî 160 hezar dolar) ji bo 18 projeyên avê dê were xerckirin.

Hatiye eşkerekirin ku piştî rizamendiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê, li ser rêjeya %17ê dahata Rêveberiya Ava Duhokê, bi qasî 230 milyon û 754 hezar dînar ji bo 18 projeyan, bi mebesta pêşvebirina sektora ava Duhokê tê xerckirin, ku proje ji aliyê Rêveberiya Ava Duhokê ve têne cîbicîkirin.