Serokê Herêma Kurdistanê gihişt Îmaratê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî li ser daxwaza Cînişînê Ebu Dabî, gihîşt Îmaratê.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê 11ê Hezîrana 2021ê, bi serdaneke fermî li ser daxwaza Cînişînê Ebu Dabî û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid El Niheyan, gihîşt Ebû Dabî ya paytexta Îmaratê.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwazîkirinê de li Firokexaneya Ebû Dabî ji aliyê Wezîrê Dewlet Ehmed Elî Elsayx ve li gel Balyozê Iraqê yê li Ebû Dabî û Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê ve hate pêşwazîkirin.

Li gor bernameya serdanê, sibê şemiyê 12.06.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêx Mihemed Bin Zayid El Niheyan bicive.

Di civînê de bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê û çawayiya berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îmaratê dinirxînin, di derbarê pêşhat û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî de danûstandina bîr û ramanan dikin.