Li Hewlêrê projeyên nû têne cîbicîkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî du milyar dînar, 25 projeyên xizmetguzarî li Hewlêrê cîbicî dike.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî du milyar dînar, 25 projeyên xizmetguzarî li Hewlêrê cîbicî dike.

Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand: “Piştî rizamendiya Serokatiya Encûmena Wezîran û fermana wezaretê ya hejmara 3499 a di roja 21ê Nîsana 2021ê de, Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê bi qasî 2 milyar û 120 milyon û 809 hezar û 500 dînar ji bo cîbicîkirina hejmarek projeyên xizmetguzariyê li sînorê Serokatiya Şarevanî ya Hewlêrê xerc dike.”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Ev pere li ser rêjeya 15ê dahata şaredariyan û %100 firotina zeviyên Serokatiya Şaredariya Hewlêrê ye, hejmara wan projeyên ku bi wan pereyan têne cîbicîkirin, 25 projeyên xizmetguzarî ne û bi mebesta bilindkirina asta xizmetên bajarê Hewlêrê têne cîbicîkirin.”