Hêzên Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge civînek li dar xistin

Berpirsê Hêzên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê û şanda ligel wî, ku ji çend efserên hêzên Almanyayê pêk dihat, ligel Rêveberiya Reforman a li Wezareta Pêşmerge civiyan.

Hewlêr (K24) – Berpirsê Hêzên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê û şanda ligel wî, ku ji çend efserên hêzên Almanyayê pêk dihat, ligel Rêveberiya Reforman a li Wezareta Pêşmerge civiyan.

Di civînê de Rêveberê Reforman ê li Wezareta Pêşmerge Nebez Selah Sedîq pêşveçûnên herî dawî yên proseya reformê ya li nav hêzên Pêşmerge xiste rû, piştre daxwaza hevkarî û piştevaniya zêdetir a Hevpeymanan kir ji bo bilezkirina pêngavên reformê û bidestxistina destkef û armancên zêdetir.

Li hember wî, Berpirsê Hêzên Hevpeymanan ê li Herêma Kurdistanê amadebûna Hevpeymanan ji bo dabînkirina şêwirmendiya pêwîst ji bo hejmarek ji wan projeyên reformê nîşan da, ku heta niha neketine warê cîbicîkirinê, ji wan; projeya yekkirina hêzên 70 û 80 yên hêzên Pêşmerge û komkirina wan di bin banê Wezareta Pêşmerge de.

Hewiha tekezî li ser amadebûna hevpeymanan ji bo xebata piştevaniya projeya hemahengiya Wezareta Pêşmerge ligel Wezareta Berevanî ya Iraqê kiriye.

Di dawiyê de amadebûna hêzên Hevpeymanan nîşan daye ji bo beşdarî û dayîna şêwirmendiya zêdetir ji bo wan tîmên ku li ser projeyên reformê dixebitin.