Ayhan Bilgen hat berdan
Enqere (K24) - Li Tirkiyê di çarçoveya biryarên Doza Kobanê de parlementerê berê yê HDPê Ayhan Bîlgen hate berdan.
Ligel Ayhan Bilgen 3 endamên din yên HDPê Can Memîş, Cîhan Erdal û Berfîn Kose jî bi şerta kontrola dadweriyê hatin berdan.
Sêyemîn rûniştina Doza Kobanê serê hefteyê li Enqereye paytexta Tirkiyê destpêkir.
Îro duyemîn roja dadgehê bû û doz sibê jî dê di roja sêyem de berdewam be.
Doza Kobanê ji aliyê 22emîn Dadgeha Sizayên Giran ya Enqerê ve tê birêvebirin.
Hevserokên berê yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî di nav de 108 kes di çarçoveya doza bûyerên Kobanê de tên darizandin.