Firat: Li Tirkiyê naxwazin HDP û Kurd siyasetê bikin

Siyasetmedarê Kurd Diyadîn Firat li ser bûyera îro ku li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê êrîşek li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin, ji K24ê re axivî.
Siyasetmedar Diyadîn Firat
Siyasetmedar Diyadîn Firat

Hewlêr (K24) - Siyasetmedarê Kurd Diyadîn Firat li ser bûyera îro ku li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê êrîşek li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat kirin, ragihand; Li Tirkiyê nayê xwestin ku HDP û Kurd siyasetê bikin û got: “Ev bûyera ku îro li Îzmîrê çêbû, nîşaneya wê yekê ye ku di pêşerojê de mimkun e komkujiyên zêdetir çêbibin.”

Diyadîn Firat ji bajarê Enqerê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser êrîşa îro ya li Îzmîrê ya li dijî avahiya HDPê û kuştina endameke HDPê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Firat diyar kir: “Tiştên ku îro li Tirkiyê dibin, di rojên pêş de dê gelek gelek zêde bibin, di 25ê Tîrmeha 2015an de wexta ku maseya hevdîtin û aştiyê hate xirakirin, piştî wê ev pênc – şeş sal e, ev şer dewam dike, car caran zêde dibe, car caran kêm dibe.”

Diyadîn Firat bal kişande ser geşedanên piştî guhertina sîstema Tirkiyê ku derbasî sîstema serokomariyê bû û got: “Wexta ku derbasî (sîstema) serokomarî bûn, sîstem hat guherandin û sê hêzên xwe yên ewlehiyê çêkirin. SADAT çêkirin, leşkerên SADAT hemû cîhadîst û selefî endam bûn, ew perwerde kirin û şandin Rojava û Sûriyê û li wan deran şer kirin û vegeriyan hatin. Eger sîstemek û serokomar her roj bibêje 'yek dewlet, yek milet, yek zîhniyet, yek bawerî' û axê û dewletê pîroz bike, mesele tê vê encamê û asê dibe.”

Siyasetmedar Diyadîn Firat eşkere kir: “Îro diviyabû civînekê bikin û ji HDPê 40 kes dê bihatana civînê, lê belê di deqeya dawî de ev civîn bi awayekî tewafuq an jî tesaduf betal kirin, 40 kes ji komkujiyê xilas bûn, Denîz Poyraz jiyana xwe ji dest da.”

Firat diyar dike: “Ev îşareta ku îro li Îzmîrê çêbû, îşareta wê yekê ye ku di pêşerojê de mimkun e komkujiyên zêdetir çêbibin. Eger siyaset, eger wijdan, eger exlaq, eger hiqûq mudaxeleyî vî karî neke, ji van çeteyan re nebêje bisekinin, ev kar dê neyê sekinandin.”

Li ser wê mijarê ku li medyaya Tirkiyê derbarê vê bûyerê de nûçeyên berfireh tune ne, Diyadîn Firat diyar kir: “Îro temamê medyayê di kontrola kesekî de ye, ji sedî nod hemû di kontrola kesekî de ye, temamê artêşê xistiye bin kontrola xwe, edalet û hiqûqê hemû kontrol dike, polîsan kontrol dike, ti kesekî newêre tiştekî bibêje.”

Herwiha eşkere kir: “Naxwazin HDP û Kurd siyasetê bikin. HDP û Kurdan ji hev qetandin jî gelek zehmet e. Şer çêbûye, mesele çêbûne, sal derbas bûne, mirov bedelên mezin dane, siyaset û jiyan û nêrîn hemû ketine nav hev. Dibêje 'HDP na, Kurd erê'. Hûn nikarin veqetînin.”

Îro li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê kesekî êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û agir berda avahiyê û endameke HDPê ya bi navê Denîz Poyraz kuşt.