Li Îranê xelk ji bo hilbijartinên serokomariyê li ser sindoqan in

Hejmarek ji tevgera opozîsyonê û reforman jî daxwaz dikin ku xelk beşdarî hilbijartinan nebin.

Hewlêr (K24) – Îro welatiyên Îranê ji bo hilbijartina serokomarê nû yê welatê xwe, diçin ser sindoqên dengdanê.

Li gor amajeyan; îhtîlama serkeftina Serokê berê yê Encûmena Dadwerî Îbrahîm Reîsî bihêz e.

Hejmarek ji tevgera opozîsyonê û reforman jî daxwaz dikin ku xelk beşdarî hilbijartinan nebin, ji ber ku namzedên li hember Îbrahîm Reîsî mane lawaz in û rikeberiyeke cidî nayê dîtin.

Tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinên sêzdehemîn Serokomarê Îranê de rêjeya herî kêm a beşdariya xelkê di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de were tomarkirin, namzedên vê hilbijartinê hewl dan bi hilgirtina dirûşmên cûr bi cûr, xelkê Îranê bikşînin ser sindoqên dengdanê.

Li gor nêrînan, îro Îbrahîm Reîsî dê serkeftineke berçav bi dest bixe û bibe sêzdehemîn serokomarê Îranê.

Encûmena Parastina Destûrê çend kesayetên gelek bihêz ji vê hilbijartinê dûr xistin, ji wan; Elî Laricanî ku demeke dirêj Serokê Parlamentoya Îranê bû, herwiha Îshaq Cîhangîrî û Mehmûd Ehmedê Nejad jî du namzedên herî bihêz bûn, ku ev nakokiya siyasî ya li Îranê nîşan dide.

Şefîq Laricanî, birayê Elî Laricanî rexneyên tund li rayedarên asayîşa Îranê girt ku di encamên hilbijartinan de destwerdanê dikin.

Hesen Xumeynî jî, neviyê damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê, rexneyên tund li Encûmena Parastina Destûrê girt û got: “Dûrxistina namzedan li dijî prensîbên şoreşa Îslamî ya Îranê ye.”

Rojnameya Wall Street Journal jî ragihandiye ku dûrxistina hinek namzedên bihêz ên Serokomariya Îranê, rê li ber Îbrahîm Reîsî xweş dike ku bibe serokomarê nû, loma kesên ku piştevaniya Reîsî kirine, divê ji hemû dengderan daxwaz bikin ku biçin ser sindoqên dengdanê.

Ji 80 milyon nişteciyên Îranê, 59 milyon kes dikarin îro beşdarî hilbijartinên serokomariyê bibin.