Li Herêma Kurdistanê 6 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 458 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 458 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 458 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 96 kes li Hewlêrê, 173 kes li Silêmaniyê, 162 kes li Duhokê, 23 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê û 1 kes li Raperînê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 537 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 124 kes li Hewlêrê, 221 kes li Silêmaniyê, 144 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 179176

Mirin: 4396

Başbûn: 167726

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.