Erdogan: Êrîşkerê li ser HDPê dê cezaya giran jê re bê birîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê ya ku tê de endama partiyê Denîz Poyraz hate kuştin şermezar kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê ya ku tê de endama partiyê Denîz Poyraz hate kuştin şermezar kir.

Serokomarê Tirkiyeyê dli Antalyayê beşdarî civîna partiya xwe bû û tê de gotarek  pêşkêş kir û derbarê êrişa li ser avahiya HDPê ya li Îzmîrê de ragihand, ewê hemû berpirsên wê êrişê derxin meydanê û dê bi cezayên giran jê re bê birîn.

Erdogan got: “Em êrişa li Îzmîrê bi awayeke tund şermezar dikin. Baweriya me heye, hemû pêwendiyên pêş û paş yên kujerê werin eşkerekirin û bi cezayên herî giran were cezakirin. Ew hêz û derfetê Tirkiye heye hember bûyerên tevlihevkirinê, rêxistinên terorê, çeteyan û dilxwazên derbeyê têbikoşe.”

Roja 17ê Hezîranê Kesekî bi navê Onur Gencer êrîş ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Îzmirê kiribû, agir berdabû avahiyê û karmenda HDPê ya b navê Deniz Poyraz jî kuştibû.