Arecî: Hebûna PKKê bûye sedema aloziya pêwendiyên Iraq bi welatên cîran re

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî: Hebûna PKKê li navçeyên sînorî, bûye sedema alozbûna pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran re.

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî radigihîne, hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, bûye sedema alozbûna pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran re.

Qasim Arecî ji K24ê re got: “Bêguman Tirkiye serweriya Iraqê binpê dike û ev yek nayê qebûlkirin. Bexda bi riya diyalogê û bi riya Wezarera Derve ya Iraqê re kar ji bo çareserkirina van pirsgirêkên bi Enqerê re dike.”

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê got jî: “Hebûna PKKê li ser xaka Iraqê ne yasayî û ne rewa ye. Hebûna wan bûye sedema alozbûna pêwendiyên Iraqê bi welatên cîran re. Destûra Iraqê rê nade ti hêzeke çekdar ji xaka Iraqê ve ziyanê bigihîne welatên cîran.”

Herwiha Qasim Arecî hêvî xwast ku pirsgirêkên bi Enqerê re werin çareserkirin û pêwendiyên wan baştir bibin.