Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê mala penaberan e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan peyamek belav kir û tê de ragihand, Herêma Kurdistanê mala penaberan e.

Hewlêr (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan peyamek belav kir û tê de ragihand, Herêma Kurdistanê mala penaberan e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro roja yekeşmê 20.06.2021ê bi boneya Roja Cihanî ya Penaberan peyamek li Twittera xwe belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Ji bo hemû malbatên penaber û koçber ên ku li Herêma Kurdistanê stargeh û rûmet xwestine: Ev der mala we ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha bal kişandiye ser wê yekê ku li Herêma Kurdistanê 928 hezar û 674 penaber û aware dijîn û eşkere kiriye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 869 milyon dolar ji bo penaberan xerc dike.