Nêçîrvan Barzanî û Îbrahîm Reîsî tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Hewlêr û Tehranê kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, vê êvarê 21ê Hezîrana 2021ê peywendiyeke telefonî encam dan.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Îbrahîm Reîsî, vê êvarê 21ê Hezîrana 2021ê peywendiyeke telefonî encam dan.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye ku di peywendiyê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Îbrahîm Reîsî kiriye ku ji aliyê gelên Îranê ve weke Serokomarê nû yê welat hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî dûpatkirina spas û pêzanînên ji bo hevkarî û piştgîriyên Îranê ya ji bo Herêma Kurdistanê di rojên dijwar de, hêvî xwest di serdema Serokatiya Îbrahîm Reîsî de, peywendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî li ser bingeha berjwendiya hevbeş û cîrantiyeke baş, zêdetir ber bi pêşve biçin û warên alîkarî û hevbeş ên di navbera her du aliyan de berfirehtir bibin.

Ji aliyê xwe ve Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî xweşhalî û spasiya xwe ya ji bo peywendî û pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî derbirî û hêviya ber bi pêşveçûna zêdetir a peywendiyan û alîkariya Komara Îslamî ya Îranê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê xwest.