Amerîka hejmarek malperên Iraqî û Îranî girtin

Amerîka dibêje, ew malper zanyariyên şaş belav dikin û xelkê dixapînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Amerîka hejmarek malperên kenal û dezgehên ragihandinê yên Iraqî û Îranî girtin û ragihand, ew malper zanyariyên şaş belav dikin û xelkê dixapînin.

Desthilatên Amerîka bi biryarekê hejmarek malperên kenal û dezgehên ragihandinê yên Iraqî girtin. Ew malper jî Alforat News, Asia, Almaalomah, Alnaeem, Kaaf, Karbala û Afaq in û ser bi hêzên siyasî yên Şîe û mîlîşyayan ve ne.

Herwiha malperên ser bi Îranê ve yên ji aliyê aliyê Amerîka ve hatine girtin, malperên Lubanî, Filestînî û Yemenî ne, ew jî Alalem, Almasirah, Lualua, Pres TV, Paltoday, Alkawthar û Alnabaa ne.

Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand, ji ber ku ev malper û pêgeh zanyariyên şaş belav dikin û xelkê dixapînin, hatine girtin.