Semra Polat: Em girtina nivîsgeha Kurdistan24ê bi tundî şermezar dikin

Sernûsera portala nûçeyan a Ramana Sivîl Semra Polat li hember biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bertek nîşan da.
Sernûsera portala nûçeyan a Ramana Sivîl Semra Polat
Sernûsera portala nûçeyan a Ramana Sivîl Semra Polat

Navenda Nûçeyan (K24) - Sernûsera portala nûçeyan a Ramana Sivîl Semra Polat li hember biryara girtina nivîsgehên Kurdistan24ê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bertek nîşan da.

Di malpera Ramana Sivîl de hat ragihandin ku nivîskar Semra Polat destnîşan kiriye ku yek ji mînakên berbiçav ên binpêkirina azadiya çapemenî û çapemeniyê ya belavkirina nûçeyan li bakurê Sûriyeyê pêk hat û bang li civaka navneteweyî kiriye ku li dijî vê biryara çewt bisekinin.

Semra Polat diyar kiriye: “Em girtina nivîsgeha Kurdistan24 bi tundî şermezar dikin. Nivîsgeha Kurdistan24ê li Rojava bêyî sedemek derbasdar girtî ye. Girtina ofîsa K24ê li bakurê Sûriyê bi zext û şîdetê binpêkirineke giran a azadiya çapemeniyê ye.”

Polat destnîşan kiriye: “Ez bang li hemû rêxistinên çapemeniyê û raya giştî ya navneteweyî, nemaze Neteweyên Yekbûyî dikim, ku girtina nivîsgeha çapemeniyê ya K24 li bakurê Sûriyê şermezar bikin. Pêdivî ye ku meriv gav bavêje da ku vê xeletiyê rast bike. Wekî Portala Nûçeyan a Ramana Sivîl, em helwesta xwe li hember hemî binpêkirinên mafan dubare dikin û ji raya giştî re radigihînin ku em li dijî sansur û hemî binpêkirinên çapemeniyê yên li dijî K24ê ne."

Roja 20 Hezîrana 2021, hêzên Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê nivîsgehên Kurdistan24ê girtin. Piştre jî dezgeha Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş rastiya karê Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem li eniya yekîtî û aştiya civakî bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana ji cîhekî din ve li ser wan hatiye sepandin.”