Siyasetmedarên Bakur li hember biryara girtina nivîsgeha K24ê bertek nîşan dan

Serok û rayedarên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derbarê girtina nivîsgeha Kurdistan24ê şermezar kirin.

Diyarbekir (K24) - Serok û rayedarên partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya derbarê girtina nivîsgeha Kurdistan24ê şermezar kirin.

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu got; kesên ku dixwazin bûyeran berûvajî bikin ji çapemeniyê ditirsin û dixwazin çapemenî di xizmeta wan de be lê ev yek nayê qebûlkirin.

Serokê Giştî yê Partiya Komûnîst ya Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî anî zimên ku; biryara Rêveberiya Xweser şaşiyeke mezin e û divê rêveberî demildest vê biryarê betal bike.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî bertek nîşan da û got; Kurdistan24 dengê kurdan digihîne raya giştî ya kurd û cîhanê û divê kurd qedrê dezgehên wekî Kurdistan24ê bizanibin.

Roja 20ê Hezîrana 2021ê, hêzên Asayişa PYDê li Rojavayê Kurdistanê nivîsgehên Kurdistan24ê girtin. Piştre jî dezgeha Kurdistan24ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Berpirsên Rojavayê Kurdistanê gelek baş rastiya karê Kurdistan24ê û berpirsiyartiyên wê yên neteweyî û niştimanî dizanin û baş jî dizanin ku Kurdistan24 her dem li eniya yekîtî û aştiya civakî bûye, lê xuya ye ku ew biryar bi fermana ji cîhekî din ve li ser wan hatiye sepandin.”