Hikûmeta Iraqî biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê da

Tenê aliyê teknîkî ve maye ku pere werin şandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyvdarê Hikûmeta Iraqê ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê daye.

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Hesen Nazim ji K24ê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê biryara şandina 200 milyar Dînar bo Herêma Kurdistanê daye û tenê aliyê teknîkî dimîne ku pere werin şandin.

Hesen Nazim diyar kir: “Pere dê weke sûlfa bên dayîn û piştre dê ji budçeya Herêmê bên birîn.”

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê got: “Rewşa karmendên Herêma Kurdistanê di warê mûçeyên wan de ne baş e, ji ber vê yekê Encûmena Wezîran biryar daye ku pereyan bişîne û deng li ser hatiye dayîn, ji aliyê teknîkî û cîbicîkirin ve jî dê di demeke nêz de bi dawî bibe.”