Li devera Pişder şer di navbera PKKê û gundiyan de derket

Li gundekî devera Pişder yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, şer di navbera çekdarên PKKê û gundiyan de derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî devera Pişder yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, şer di navbera çekdarên PKKê û gundiyan de derket.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, îro li gundê Şênê yê li devera Pişderê, şer di navbera çekdarên PKKê û gundiyan de derket.

Qeymeqamê Pişderê Bekir Bayîz ji K24ê re ev bûyer piştrast kir û got: “Çekdarên PKKê bi awayekî neyasayî daxwaza gumrikê li ser pez ji gundiyan kirin, lê gundiyan jî qebûl nekirin û di encamê de şer derket û çekdarên PKKê gule bi ser gundiyan de berdan û kesek birîndar bû.”

Li gor zanyariyên ketine destê peyamnêrê Kurdistanê, çekdarên PKKê li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê û Îranê xalên neyasayî danîne û daxwaza gumrikê li ser pez ji gundiyan kirine, lê gundiyan qebûl nekirin gumrikê bidin û alozî derket.”

Peyamnêrê me da zanîn jî, çekdarên PKKê gule berdan û kesekî bi navê Feqe Hemed Îsmaîl bi du guleyan bi giranî birîndar bû.

Herwiha destnîşan kir, ew kesê birîndar ji bo nexweşxaneya Qeladizê hat veguhastin û rewşa wî ne cîgir e.

Peyamnêrê got jî: “Welatiyên deverê ne tenê pirsa bac û gumrika ku çekdarên PKKê li wan disepîne dilgiran in, lê belê di çend salên çekdarên PKKê nêzîk gundê vê deverê dibin, ji ber wê jî firokeyên Tirkiye gelek caran vê deverê bombebaran dike. Herî dawî jî di meha Sibata borî de Tirkiyê bi bihaneya hebûna çekdarên PKKê, gundê Şênê bombebaran kir û çend gundi birîndar bûn.