"Li Herêma Kurdistanê nêzîkî milyonek aware hene"

Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê jî eşkere kir ku nêzîkî milyonek penaber li Herêma Kurdistanê hene.

Hewlêr (K24) - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandiye planeke nû hatiye amadekirin ji bo vegerandina penaberan navxwe yê Iraqê bo ser erd û zeviyên xwe. Rêveberiya Koç û Koçberan a Herêma Kurdistanê jî eşkere kir ku nêzîkî milyonek penaber li Herêma Kurdistanê hene.

Di daxuyaniyê de Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê aşkere kiriye di serdana Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Îvan Cabir, ji bo Washingtonê de hevdîtin ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Iraqê Richard Charles Albert Holbrooke civiya ye û gotûbêj derbarê penaberên navxwe yên Iraqê de kiriye û ji şanda Amerîkayê daxwaza alîkariyê kiriye û ragihandiye rewşa penaberan baş nîne.

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji rêxistinên navdewletî hatiye kirin alîkar bin ji bo penaberên navxwe yên Iraqê yên ji ber şerê DAIŞê ji cih û warên xwe derketibûn careke din vegerin ser erd û malên xwe.

Rêvebera Koç û Koçberên a Herêma Kurdistanê Sirwe Resûl jî ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku heta niha hîn jî 928.674 penaberên navxwe yên Iraqê li Herêma Kurdistanê ne û li nava 36 kampan bi cî bûne. Herwiha Sirwe Resûl amaje bi wê yekê jî kir ku 374 hezar penaber li kampên Hewlêrê ne û yên din jî li kampên din hatine niştecîkirin.”