Serokê Partiya Saadetê: Em li dijî girtina partiyên siyasî ne

Li Tirkiye û Bakur karvedanên doza girtina HDPê didomin
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu
Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu

Enqere (K24) - Karvedanên doza girtina HDPê dewam dike. Berdevka HDPê Ebru Gunay, ji bo ku mixalefet zêdetir dengê xwe derxin banga tifaq û hevkariyê dike. HDP dide zanîn ev dozekê siyasî ye û divê mixalefet û aliyên demokrasiyê bi dengekê bilind li dijî doza girtina HDPê derkevin. Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî li ser pirsa K24ê destnîşan kir, ew li dijî girtina partiyên siyasî ne û ew hêvî dikin ku Dadgeha Destûrê bi adil tevbigere.

Li Tirkiye û Bakur karvedanên doza girtina HDPê didomin. HDP dide zanîn ew ê li dijî doza girtinê bi hemû qewet û rêxistinên xwe ve bi du qolî, ji aliyê hiqûqî û siyasî ve têbikoşin û ew ê nehêlin HDP bê girtin. Her wiha HDP div ê mijarê da ji ber helwesta nezelal û yekpare mixalefetê jî rexne dike û bang li mixalefetê dike ku ew zêdetir dengê xwe derxin.

Berdevka HDPê Ebru Gunay, li ser pirsa K24ê da zanîn, divê mixalefet û hemû aliyên demokrasî û aştiyê li dijî doza girtinê û li dijî êrîşên ser HDPê li cem HDPê bisekinin.

Ebru Gunay diyar kir: “Divê hemû hêzên demokrasiyê li dijî desthilata AKP û MHPê ku bi çete, mafya û baronên şer dest danîne ser Tirkiyê û me difetisînin bibin yek û bi hev re têbikoşin. Ancax bi têkoşîna hevpar em dikarin dawî li vê sîstema talan û tecrîdê bînin. Banga me ev e. Kî li aliyê demokrasî û aştiyê be divê li cem HDPê bisekine.”

Her wiha Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî di civîna rojnamegeriyê da li ser pirsa K24ê destnîşan kir, ew li dijî girtina partiyên siyasî ne û ew hêvî dikin ku Dadgeha Destûrê bi dadperwerî tevbigere.

Temel Karamollaoglu eşkere kir: “Girtina partiyan şaşiyan sererast nake. Niha doz vebûye divê em li benda biryara Dadgeha Destûrê bin. Ez hêvî dikim ku Dadgeha Destûrê di vê mijarê de bi adil û bêalî tevbigere. Li gorî min birêz Serokomar jî wiha difikire. Me peyama derbasbûnê ji wan re şande. Ji bo hevdîtinê jî em ê li rojên pêş binirxînin.”

Her çiqas Serok û berpirsên partiyên wek CHP, Gelecek, Deva, Saadetê bi hin daxuyaniyan doza girtina HDPê şermezar kiribin jî hêj heta vê gavê tu partiyekê mixalefetê ji bo piştevaniyê serdana HDPê nekiriye. Lê li gorî çavkaniyên HDPê eger heye di rojên bê de li ser vê mijarê hin partiyên mixalefetê serdana HDPê bikin.