Li Herêma Kurdistanê 570 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 135 kes li Hewlêrê, 195 kes li Silêmaniyê, 219 kes li Duhokê, 17 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ye.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Germiyanê  û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 491 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 96 kes li Hewlêrê, 216 kes li Silêmaniyê, 177 kes li Duhokê, 2 kes li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 182837

Mirin: 4448

Başbûn: 171068

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.