Nimayîşa çekdarî ya Heşda Şeibî dest pê kir

Heşda Şeibî li Diyaleyê di salvegera damezrandina xwe de dest bi nimayîşa çekdarî kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Heşda Şeibî li Diyaleyê di salvegera damezrandina xwe de dest bi nimayîşa çekdarî kir. Serokwezîr û hejmarek ji rayedarên hikûmeta Iraqê beşdarî nimayîşê dibin.

Îro 26ê Hezîrana 2021ê di salvegera damezrandina Heşda Şeibî de bi amadebûna Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Iraqê Mistefa Kazimî, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Wezîrê Navxwe Usman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cume Inad, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî û hejmarek fermandarên serbazî û ewlehiyê, komên Heşda Şeibî, nimayîşa çekdarî li Serbazgeha Eşref a li parêzgeha Diyale dest pê kir.

Li gor hinek dezgehên medyaya Iraqê jî, Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî ji komên çekdarî daxwaz kiriye ku beşdarî nimayîşê nebin.

Di sala 2014an de Elî Sîstanî fetwaya damezrandina Heşda Şeibî da û di sala 2015an de Heşd bi fermî hat damezrandin. Ji ber nêzîkbûna wê ya li Îranê û çend kiryarên serbazî yên dijî hevpeymanan, Amerîkayê hejmarek ji komên çekdarî yên Heşda Şeibî xiste nav lîsteya terorê.