Li Diyarbekirê li hewşa Mizgefta Mezin konê vaksînkirinê hat vedan

Heta niha nêzîkî 15 mîlyon welatiyan vaksîna yekem û duyem wergirtine.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê prosesa vaksînkirina welatiyan berdewam dike. Heta niha nêzîkî 15 mîlyon welatiyan vaksîna yekem û duyem wergirtine. Rêveberiya tenduristiya Diyarbekirê jî, li hewşa Mizgefta Mezin konê vaksînkirina welatiyan veda. Rojane 200 welatî li vî konî vaksînê werdigrin. Welatî ji vedana konê vaksînê keyfxweş in.

Rêveberiya tenduristiya bajêr, li hewşa Mizgefta Mezin ya li nava Sûr a Diyarbekirê konê vaksînkirinê veda. Bi taybetî welatiyên dikandar ku nikarin biçin nexweşxaneyan vaksîn bibin li vî konî vaksîna xwe werdigrin.  Pisporê Tenduristiya Gel Doktor Bayram Başdemîr got; ew rojane li vî konî 200 welatiyan vaksîn dikin.

Dr. Bayram Başdemîr ji K24ê re got: “Em hewl didin ku xebatên vaksînkirinê bibin ber lingê welatiyan. Gelek dikandar hene ku nikarin ji karên xwe dûr bikevin û biçin nexweşxaneyan vaksînê werbigrin, ev xizmeta vaksînkirinê ji bo wan dikandaran gelekî baş e. Welatî vî konî dibînin û tên vaksîna xwe werdigrin. Heta ku em bikaribin em ê xizmeta vaksînkirinê bidin.”

Li Diyarbekirê li nexweşxaneyên dewletê, nexwexşxaneyên taybet, nexweşxaneyên zanîngehan, binkeyên tenduristiyê prosesa vaksînkirina welatiyan bi şev û roj berdewam dike.  Ji bo ku him bala welatiyan bikişînin him jî zêdetir welatî werin vaksînkirin li ber derê Mizgefta Mezin û li navendên danûstandinê xizmeta vaksînkirina welatiyan tê dayîn.

Welatî Remezan Aytun: “Em hatine vaksîna xwe verbigrin. Dora me hatiye. Em li vir dikandar in.  Li vê derê kon vedane, qet neme me got em jî vaksîna xwe werbigrin. Ev xizmeteke baş e. Li nexweşxaneyan dor heye, li vir dor nîne. Ev xizmeteke baş e.”

Welatî Mehmet Sîraç: “Me berê diçûn nexweşxaneyan, em diçûn nexweşxaneya lêgerînê lê mînîbûs nebûû ev bo me gelek zehmet bû. Dûv re li binkeyên tenduristiyê welatî hatin vaksînkirin ew baş bû. Ji wir jî vaye anîne ber mizgeftê. Mirov niha biçe kîjan alî dikarin vaksînê werbigrin. Ev baş e.”

Hejmara welatiyên ku tên vaksînkirin roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, heta niha bi gişîtî nêzîkî 48 mîlyon welatî hatine vaksînkirin. 32 milyon welatiyan vaksîna yekem û 16 mîlyonan jî vaksîna duyem wergirtine. Li Diyarbekirê 440 hezar, li Rihayê 374 hezar, li Wanê 326 hezar û li Mêrdînê jî 176 hezar welatî hatine vaksînkirin û prosesa vaksînkirina welatiyan bênavber berdewam dike.