Bi tometa DAIŞê 26 Iraqî û Sûrî li Enqerê hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Enqerê paytexta Tirkiyê bi tometa endamtiya DAIŞ, 26 welatiyên Îraq û Sûriyê hatin binçavkirin.

Di encamê lêkolînên Hewalgîriya Polîsê Enqereyê de, derbarê 28 welatiyên Îraqî û 2 welatiyên Sûrî de, bi tometa endamtiya DAIŞ biryara binçavkirinê hat dayîn.

Di encamê operasyonê de, 26 kes hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan, kesên hatine binçavkirin, bi armanca vegerandinê radestî Daîreya Koçberan hatin kirin.

Hewlên desteserkirina 4 gumanbarên din didomin.