Blinken: Êrîşên şeva borî peyameke zelal bû

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî bidawîbûna civîna wezîrên derve yên welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê li Romayê ragihand; êrîşên şeva borî peyameke zelal bû ji bo milîsên ser bi Îranê.

Hewlêr (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken piştî bidawîbûna civîna wezîrên derve yên welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê li Romayê ragihand; êrîşên şeva borî peyameke zelal bû ji bo milîsên ser bi Îranê û em hêvî dikin peyama me gihiştibe.

Antony Blinken diyar kir ku 3 depoyên milîsên ser bi Îranê li Iraq û Sûriyê kirine armanc, ku du ji wan li Sûriyê û yek jî li Iraqê bû.

Blinken destnîşan kir ku ev bombebaran ji bo tolhildana wan êrîşan bûn ku li Iraqê bi ser baregehên serbazî û berjewendiyên Amerîkayê de hatine kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere kir: “Şeva borî, artêşa Amerîkayê bi fermana rasterast a serokê welatê me êrîşên esmanî li ser pêgehên ku ji aliyê milîsên ser bi Îranê ve li deverên sînorî yên Iraq û Sûriyê têne bikaranîn, encam dan.”

Antony Blinken got: “Komên ku hatin bombebarankirin, ji wan êrîşên ku berê li Iraqê bi ser berjewendiyên Amerîkayê de hatine kirin, berpirsyar in. Bi awayekî diyarkirî depoyên çekan ên wan koman hatin armanckirin, du depo li Sûriyê û depoyek jî li Iraqê hatin bombebarankirin. Ew her du cih nêzîkî hev bûn û li ser sînorên Iraq û Sûriyê bûn.”

Blinken eşkere kir: “Serok bi awayekî gelek zelal gotiye; em her dem amade ne ku serbaz û berjewendiyên xwe biparêzin. Ew milîsên ser bi Îranê ku li Iraqê êrîş dikin ser serbaz û berjewendiyên me, em her dem amade ne ku bersiva wan bidin û berê jî Serokê Amerîkayê fermana êrîşkirina ser wan milîsan daye.”