Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 761 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 761 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 761 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 149 kes li Hewlêrê, 233 kes li Silêmaniyê, 338 kes li Duhokê, 41 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 562 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 90 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 32 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 184341

Mirin: 4465

Başbûn: 172569

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.