Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 2 zarok revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kes revandin ku ji 2 ji nava wan zarok in.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kes revandin ku ji 2 ji nava wan zarok in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Mihemed El-Fatih roja 21ê Hezîranê li gundê Korkê Jêrin yê navçeya Mabeta, bi ser mala Şukrî Eslan Mihemed de girtin, kelûpelên malê şikandin û 2 zarokên wî revandin.

Wê rêxistinê diyar kir jî, çekdaran her du zarok Ciwan yê 15 salî û Ferhad 13 salî birin navenda xwe ya li nahiya Mabeta.

Ji aliyekî din ve, wê rêxistina mafên mirovan da zanîn, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 21ê Hezîranê xortê bi navê Hozan Mihemed Tobo ji gundê Qerebaba yê navçeya Raco revand û piştî hezar Lîreyên Tirkî jê standin ew berdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê di meha Adara 2018an de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, armanca artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji revandina welatiyan ew e, rewşeke gelekî xirap û metirsîdar dirust bikin, da ku welatiyên Efrînê ji xaka xwe koçber bibin û proseya guhartina demokgrafî bibin serî.