Malbata ciwanê ku bi îşkenceyê hat kuştin, li dijî asayîşa PYDê doz vedike

Malbata Emîn Îsa Emîn ku li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên asayîşa PYDê de hat kuştin, dibêje ku ew li hember kuştina kurê xwe bêdeng namînin û dê doza wî bigihînin Brûkselê.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Malbata Emîn Îsa Emîn ku li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehên asayîşa PYDê de hat kuştin, dibêje ku ew li hember kuştina kurê xwe bêdeng namînin û dê doza wî bigihînin Brûkselê.

Emîn Îsa Emîn ji serê vê mehê ve ji aliyê asayîşê ve bêyî ti tometekê hatibû girtin û pişt 27 rojan termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. Rapora bijîşkan dibêje Emîn di bin îşkenceyeke tund de canê xwe ji dest daye.

Pişt derbasbûna 27 rojan li ser girtina wî, termê wî radestî malbata wî hatiye kirin, ku nîşanên lêdanê û îşkenceyê bi eşkere li ser tevahiya laşê wî hene. Malbata wî jî dibêje ti tomet li ser Emîn nehatibû belgekirin û bi awayekî hov ji aliyê asayîşê ve hatiye kuştin.

Rapora dadwerî wê yekê tekez dike ku ji ber tundiya îşkenceyê argûşka wî şikestiye û xwîn pijaye di mejiyê wî de û ziyan gihiştiye kiloxa wî, herwiha bandora lêdanê li ser cokên wî jî diyar in.

Rapor wê yekê jî eşkere dike ku Emîn bi alaveke tûj û tud rastî îşkenceyê hatiye û bi ava germ a kelandî laşê wî hatiye şewtandin. Malbata emîn dibêje ew li ser vê tawanê bê deng namînin û dê doza xwe di nava qada navdewletî de li Birûkselê jî belav bikin. 

Emîn Îsa Emîn ji gundê Bîrkê yê ser bi Dirbêsiyê ye, jidayikbûyê sala 1986an e û bavê du zarokan e. Bi gotina malbata wî, Emîn nexweş bû û wan gelek caran hewl da wî bibînin û dermanê wî radest bikin, lê asayîşê guh nedaye wan û derman ji destê wan negirtine.